Ambulansa ji bo birîndaran çû dîsa hat asteng kirin

19:19

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîra Şirnex 22 birîndar ev 6 rojin li Taxa Cudî li benda ambulansêne. Ev 4 carin ambulans ji aliyê hêzên dewletê ve tê asteng kirin.

Li navçeya Cizîra Şirnexe 22 birîndar ev 6 rojin li Taxa Cudî benda ambulansê ne. Îro carek dinê ambulansa Şaredariya Cizîrê hatin asten kirin. Welatîyê ku nîvro ji nehat derman kirin jiyana xwe ji dest da, hijmara miriyan gihişt 6'an. Ambulans ji aliyê dewletê ve 3 car hat asten kirin. Ji aliyê din ve îro top avetin xaniyê ku birîndar têde di man. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wiha got: "Ev çed car personelên tenduristiyê diçin serê kolana ku xaniyê birîndar tê dene lê ji aliyê hêzên dewletê ve tên asteng kirin. Xaniyê ku birîndar têdene hêzên dewletê dorpêç kiri ye û ji wesayîtên zirxî êrîş tên kirin. Dewlet susa "şer tê jiyîn" didin kolanan û nahêlin ambulans herin birîndaran bînin.

(dt/zt)