Ji bo rakirina dorpêça Cizîrê Gundikê Melê û Qileban meşiyan

16:27

JINHA

ŞIRNEX- Ji bo rakirina dorpêça ser Cizîrê ji Gundikê Melê û Qilabanê welatiyan ber bi Şirnexê ve dest bi meşê kirin.

Navçeya Cizîra Şirnexê ku bi rojane dibin dorpêça hêzên dewletê dene. Di navçeyê de gelek birîndar hene nikarin bigihînin nexweşxanê. Tayîbetî jî 23 birîndarê di bodroma malek a Taxa Cudî denin her diçe rewşa wam giran debe û nikarin bigihin nexweşxanê her çend saetan yek ji wan jiyana xwe jidest dide. Ji bo vê jî reveberên DBP û HDP gel ji Gundikê Melê û Qilaban ber bi navenda Şirnexê ve bi girseyî meşîn. Welatiyên xwestin ji Bêşebabê jî beşdarî meşê bibim li ber rêya 2'an a Xabûrê ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin. Girseya ku ji Roboskî ve jî di hat ji bo têvlî meşê bibe jî ji aliyê leşkeran ve li riya Qilabanê hatin asten kirin.

Girse ya ku ji Qilebanê di hat bi pankartên "Cizîr, Sur û Silopî wê bi serkeve" û bi durişmên "kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "We Kurdistan ji faşîzmere bi be goristan" hatin berz kirin. Dawî meşvan gihiştin riya Şirnexê û meş berdewam dike.

(dt/zt)