Çalakiya nobeda Sumerparkê di roja 7'an de berdewam dike

15:27

JINHA

AMED - Bi pêşengiya revebariyên HDP û DBP'ê ji bo rakirina dorpêçên ser Surê li Sumerparkê di roja 7'en de çalakiya nobetê berdewam dike.

Dorpêça ser Surê ket roja 58'an. Bi pêşengiya revebariyên HDP û DBP ji bo rakirina dorpêçên ser Surê li Sumerparkê di roja 7'an de bê navber çalakiya nobetê berdewam dike. Çalakî li ber sermaya zivistanê welatî li ber agir, bi hêzêk mezin berdewam dike. Her roj navçeyek cuda nobedê dewr digre îro jî navçên Pîran û Çinare dewr girtin.

Ji aliyê din ve jî çalakiye malbatêm ku di êrîşên Surên de zarokên wan hatin qatil kirin li Sumerparkê di rojan 7'an de berdewam dike.

Li navçeya Sur a Amedê ku bi roja nin cenazeye Rozerîn Çukur, Ramazan Ogut, Turgay Girçek, Gunduz Akmeşe û Hakan Arslan li kolanê ne. Malbat li hember vê bê mafîtiyê ji bo cenazeyê zarokên xwe bigrin piştî gireva birçîbûnê vega jî li ber Sumerparkê 7 rojin berdewam dike.

Nobeda malbatan tê ziyeret kirin.

(dt/zt)