ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Koma Voleybol a Jinên Ciwan yê Amedsporê bi serkeftinên mezin balê her kesî dikêşin. Leystûkvan têkoşîna pêşbirkek din yê serkeftî didin.
* Endamên jin ên asayîşa Bajarê Til Temir berxwedana gelê Bakûr nirxandin û êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kirin û gotin: "Em di wê baweriyê de ne bi berxwedanê dê dawiya Erdogan û çeteyên wî were."
*Hevseroka Kongira Gel Hacer Zagros di derbarê êrîşên ser Kurdistanê û tecrîda girankiri ya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de got: "Ji derveyî azadiya Rêberê xwe û jiyanek azad, em ti vebijêrêkên din qebûl nakin."
*Endamên Mala Jin yê bajarê Dêrikê derbarê xebatên xwede nirxandin kirin û diyar kirin ku Mala Jin wek saziya yekemîn a barhema Şoreşê Rojava ye.
*Vîrûsa Zîka ku astengdariya zayînê û mirinê pêk tîne li qiteyên Efrîqa, Emerîkayê bakûr, başûr û belavî Ewropayê dibe. Li gel ku vîrûsa Zîka li 25 welatan hatiye dîtin, hikûmet û rêxistinên tendûristiyê ji bo pêşgirî tiştek nakin. Gleicy Oliveira yê ku zarokê wê bi vîrûsa zîkayê hatî dinê, ser înternetê têkoşîna zanistiyê hember vîrûsê da despêkirin.
*Her çiqas Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo kesên li Sûr û Cizirê birîndar dibin biryara tedbîrê standibe jî dewlet destûr nade ku birîndar rakin nexweşxaneyê û bên dermankirin. Rêvebera Komeleya Mafê Mîrovan (ÎHD) a Wanê Gulay Yildiz anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê li Bakûrê Kurdistanê dijî mirovahiyê tevdigere û ligel biryara DMME'ê sûc dike.
*Li Nisêbînê ji Endama YPS-JIN Zelal Dalgali ya ku di 23'ê yê çile de di çalakiyek a li hember wesayîta zirxî de jiyana xwe jidest dayî saeta destê wê, şeyek û çend şekerê ji bo zarokan di berîka xwe de veşartî maye. Endamên YPS-JIN wiha qala Zelal dikin: "Hevala me qirkirina ser gel dihat kirin ne pejirand. Bi çalakiya xwe bê dawî bû."
*Hevseroka TUHAD-FED'ê Bahar Oktay diyar kir ku tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin nêzîkatiya dewletê ser hemû girtiyan radixe berçavan û got: "Ji bo me ya despêkê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd daniyî holê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan jiyaniye."
