ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Başurê Kurdistanê şîdeta ser jinan her diçe zêde dibe. Endama Rêveberiya (RJAK) ê Beyan Alî diyar kir ku piranî zarokên temenê wan ji 18 saliyê biçuktir rastî tindiyê tên.
*Fermandara Yekînêyên Parastina Jin YPJ'ê Roza Serhed êrîşên dewleta Tirk yên hember gelê Bakur nirxand û diyar kir ku dê berxwedana gel bi serbikeve.
*Parêzer İpek Bozkurt diyar kir ku bi zêdebûna navenda şidetê re hevsengiya nava jin û mêran jî xira dibe û got: "Niha ewqas dewlet bi terorîzekirina rojnamegeran û ji kar avêtina akademisyenan re mijule, mêr jî dizane di navendek wiha de ceza nagire şidetê dike."
* Rêvebera Rêxistina HDP'a Wanê Gulseren Kaya û Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê Nezahat Ugra derheqê qereqolên zirxî yên ku Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP'ê dixwazin li bajarên kurdan ava bikin de bertekên xwe anîn ziman. Gulseren û Nezehat di vê çarçoveyê de gotin "Dewleta Tirk nikare qereqolan li ser axa Kurdistanê ava bike."
*Cîgirê Serokê EFA (Îtifaqa Azadiya Ewrupayê) Lorena López de Lacalle diyar kir ku şerê li Tirkiyê tê meşandin li Ewrupayê nayê dîtin û got: "Divê hemû cîhan Erdogan û hikumeta wî asteng bike."
*Li hember êrîşên ser Sûrê ku di roja 57'an de berdewam dike çalakiyê nobetê li 5 cihên cuda yê Amedê belav dibe. Xwendekarên ku kedkarên perwerdehiyê bi tenê ne hêlan gotin, "Heya ku mamosteyên me di çalakiyê de bin em ê jî dev ji çalakiyê xwe bernedin."
