YPS-Jin: Riya hevala me ya Dorşîn riya me ye

16:33

JINHA

MÊRDÎN - YPS-Jin der barê endama YPS-Jin Zelal Dalgali ya ku li Nisêbînê piştî pevçûna çalakiya li dijî wesayîta zirxî derket jiyana xwe ji dest da de daxuyaniya "Çalakiya hevala me Dorşîn ji bo dayikên me yên li Sûr û Cizîrê û hemû mirovên me yên hatine qetilkirin e" da.

YPS-Jin der barê endama YPS-Jin Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) a di 23'yê çileyê de piştî pevçûna ku çalakiya li dijî wesayîtên zirxî yên taxên Kişla û Zeynelabîdîn dorpêç kiribûn hate lidarxistin jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakî ji bo welatiyên ku li Sûr û Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin pêk hatiye û nirxandina "ev çalakiya hevrêya me tola hemû kesên ku hatine qetilkirin e" hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wesayîta zirxî hatiye îmhakirin û yekî jî derbe xwariye. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ji ber êrîşên dijwar hevala me Dorşîn şehîd ketiye. Em li hemberî bîranîn wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dibêjin ku riya wê riya me ye."

(rc)