ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê di encama berxwedana 4 heyvan de 26'ê Çileya 2015'an rizgariya Kobanê hat îlan kirin. Serkeftina Kobanê, wek dîroka sedsal yê berxwedanê derbasî dîrokê bû. Rizgarkirina Kobanê dewama têkoşîna azadiyê bi bingehên xurt cihê xwe avakir. Fermandara YPJ Şengal Raperîn Engîzek salvegera rizgariya Kobanê nirxand. Raperîn diyar kir ku berxwedana Kobanê nayê wateyê tenê şerê bajêr û wiha got, "Şerek li hember tevahî pergalê serdest û zîhniyeta desthilatdariyê bu. Felsefeyê jiyanê ye. Ev felsefe Rêbertî avakir. Heya roja îro gel her dem hatine dagirkirin û tundî li wan hatî kirin. Li hember vê dagirkeriyê li Kobanê têkoşîn û berxwedanek mezin li hember hember zîhniyeta desthilatdar hat dayîn. Berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelan bû sedema bawerî û avabûna hêviyên nû. Têkoşîna 40 sal yê ku Kurd didin, ligel tevahî zehmetî heya roja îro berdewam dike, Kobanê jî wek têkoşîna bi hêz yê pratîkê derket holê."

* Rêxistina Yekîtiya Star dê li bajarê Dirbêsiyê di 27'ê Çileyê de 2. Konferansa xwe li dar bixe. Derbarê pêkhatina 2. Konferansa Yekîtiya Star de, Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî nirxandin kir got ew ê konferansa xwe bi dirûşmeya "Bi jina azad ve ber bi Suriyeyek demokratîk ve" li dar bixin.

*Li Nisêbînê xebatên barîkatan berdewam dike. Li Taxa Elîka jî mexdurên salên notanin di nava berxwedanê de barîkatan çêdikin. Neviya yekem jina li Nisêbînê di dezgahên îskenceyê re derbasbûyî dayîka Vesile Avaşîn a tevlî nava refên YPS-JIN bûyî got: "Jiyana rastî li piş barîkatan veşartiye."

*Şûkran Gûlsu, bi hunera destan yê ku ji zaroktiya xwe hînbûye, ji atolya xwe yê biçûk xwe dighîne her devera cîhanê.

*Jûlîde Kural diyar kir ku ji ber jin xwedî hêza avaker yê jiyanê ye, rastî tundiya dewletê tê û wiha got, "Dema ku jin têbikoşe tevahî şîdet û dorpêça pergala serdest têk diçe, ji ber vê mêr li her qadê jiyanê êrîşê jin dikin. Ez bawerim cîhana wekhev û azad yê ku em xeyala wê dikin, em ê avabikin."

* Komek rojnamegerên ku xwedî li rastî û pişeya xwe derkevin ji bo pêştevaniya hempîşeyên xwe yên li ku heremên Kurdistanê nuçeyan dişopînin derkevin amederakiya çûyina çem wan dikin. Rojnameger Tugba Tekerek a ku “Nobeta Hevpariyê” da destpê kirin diyar kir ku divê hemû rojnameger tevlî vê nobetê bibin.