Malbatan li Sumerparkê dest bi çalakiya runiştinê kirin

19:04

JINHA

AMED - Malbatên ku zarokên wan li Surê hatin katilkirin piştî çalakiya li ber Şaxa ÎHD'ê vega jî li Sumerpakê di çalakiya runiştine denin.

Li navçeya Sur a Amedê di dorpêçan de Mesut Sevîktek, Îsa Oran, Rozerîn Çukur hatin qetilkirin û cenazeyên wan bi rojan li kolanên Surê man. Malbatan ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bigrin bi rojan li ber Şaxa ÎHD'a Amedê di gireva birçîbûnê de man. Malbatên gireva birçubûnê bi dawî kirin, çalakiyên xwe vegerandin çalakiyên runiştinê. Malbat ji bo ku piştgiriyê bidin malbatên Turgay Girçek (19) û Gunduz Akmeşe li sumerparkê bi resepsiyonê têvlî çalakiya runiştinê bûn. Malbatan gotin; "Heya cenazeyên zarokên me nedin em ê çalakiya xwe bernedin. Bi salonêve weneyên zarokên xwe daleqandin û li gel xwe ji wene yê wa yên derdorkirî jî li cem xwe ne veqetandin. Malbat ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin.

Çalakî bi pêşengiya HDP û DBP'ê ji bo rawestandina êrîş û dorpêçan di roja 4 de berdewam dike.

(dt/zt)