Li Nisêbînê xebatkarê şaredariyê hate binçavkirin
18:58
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Engîn Aykut bi hînceta “Alîkarî daye rêxistinê” hate binçavkirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê xebatkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Engîn Aykut dema li cihê teqîna pêr bi şev li Nisêbînê pêkhat dixwest karê paqijiyê bike ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hate hîn bûn ku Engîn bi hînceta “Alîkarî daye rêxistinê” hatiye binçavkirin û li Şaxa TEM’ê ya Nisêbînê tê ragirtin. Hate zanîn ku dê Engîn ji bo îfade dayînê sibê derbixin dozgeriyê.
Beriya niha Engîn di 1’ê tîrmeh û 28’ê cotmeha 2015’an de hatibû binçavkirin û serbest hatibû berdan.
(bg/zt)
