Meşa Botanê di roja 4 de berdewamdike

14:13

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Cizîrê dopêçen û êrîşên dewletê berdawam dike. Ji bo balkişandina ser êrîşê hêzên dewletê li Taxa Girêmîra a Nisêbine welatiyê ku ji bajarên cuda hatin di roja 4'an de çalakiya xwe ya nobetê berdewam dikin.

Meşa Botanê li Taxa Girêmîra a Nusaybînê bi pêşengiya rêxistina DBP'ê dest pekirî di roja 4'an de berdewam dike. Welatiyên ji bo pîştgiriya Cizîrê ji bajarên Sêrt, Dîlok, Wan, Samsur, Riha, Meletî, Erzurum, Êlih û Mûşê hatin têvlî Meşa Botanê bûn. Endame KJA, rêveberên DBP û HDP, Dayikên Aştîyê û endamen rêxistinên Kedkaran jî di navê de gelek komele têvlî Meşa Botanê bûn.Wê gel di berxwedana Kobane de çawa li Pirsusê pîştgirî didan Rojava li Girêmîra ya Nisêbînê jî bi heman awayî pîştgiriyê bidin gelê Cizîrê. Li Girêmîra beşên komûn, perwerde, parastina cewherî, çand û hûner hatin avakirin.

HDP'ê piştî kongreya xwe ya li Enqerê berê xwe da Nisebînê û wê têvlî Meşa Botanê bibin, tê payîn ku îro bigihin Girêmîran û beşdarî nobetê bibin.

Welatiyên di çalakiyê de di derbarê rêveberiyên cewherî de perwerdê dibînin û ji aliyê din ve bi telefuna agahî ji Cizirê digirin. Welatiyan li dora agir bi duruşma "Bîjî Berxwedana Cizîrê" dilan gerendin.

(dt/zt)