ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Li Dêrikê koma Kevneşopî ya stran û folklorê ji sala 2000 heya niha karê xwe yê hunerî pêk tîne. Endamên komê dibêjin ew ji bo parastina mîrasê bav û kalan vî karî dikin. Bi stran û dîlanê di her mitîng û şahiyê de beşdar dibin.
*Li gundiyên gundê Ovacik ê Urlayê li hember proja RES'ê dest bi nobeta berxwedanê kirin. Jinên di nobetê de diyar kirin ku ewê li hember projeya tinekirina xwezayê heya dawiyê li ber xwe bidin.
*Endama Meclîsa Xweseriya Demokratîk û Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê serkeftina Kobanê Ruken Ahmet di duyem salvegera wê de nirxand. Ruken diyar kir ku azadiya Kobanê bi pêşengiya jinan pêk hatiye û anî ziman ku ligel şert û mercên zehmet bi pêşengiya jinan cardin Kobanê ji nûde tê înşa kirin.
*Zarokên Kantona Kobanê di van rojên bitlaneya dibistanan de li nav kolanan bi kêfxweşî û şadiyeke mezin dileyîzin.
*Endama YPS-Jin a Nisêbînê Dunya Stêrk diyar kir ku ji derveyî çek girtinê ti rêyên dinê ji bo kurdan nemane û got: "Me sala 2016'n hamleya azadiya jinan îlan kir, bila jinên cîhanê di refan de cihê xwe bigirin."
*Jina bi navê Kudret Yorgun a ku di çalakiya ji bo 12 gerîlayên HPG'ê ya li Wanê hatin qetîlkirin şermezar bike tevlî çalakiyê bibû û polîsan lingê wê şikand got ku, dewlet li welatê wan zilmê dide meşandin û anî ziman ku dê ew li hemberî zilmê ligel canên xwe têbikoşin.
*Jina bi nave Sevgî Acar (24) a ji zikmakî astengdar bi muçeyê xwe yê astengdar dîkana zuccacîye vekekiriye. Sevgî ya tiştên dest jî çêdike got; "Bes bila dil bixwaze her kar xwestek û vîna mîrovan. Serkeftina min bi xwestek a min bû."
*Yek ji "Generala Apê Musa" ya jin ku bi salan li herema bakûrê Kurdistanê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikir Fermandar Nuran Yuksekbag li pay xwe mirateya xwe hişt. Nuranê ku di sala 1992'an de ji gundê xwe goç bû piştî 24 salan cenazeya wê diçe gundê ku jê dayîk dibe û li gund bi tîlîliyên jinan tê pêşwazîkirin.
*Bi boneya dorpêça ser Surê û di cihê wan de dîtinê heyeta CHP'ê ya ji 100 kesan hatin Amedê. Yasemin Onay a di nava heman heyetê de diyar kir ku li herêmên qedexe tayîbetî jinan hedef digirin û got: "Emê weke dayîk û mirov bibin nefes ji bo hemû deverên aştî lê neyî."
