Şirin Altay a ku 32 roj berê li Silopiya birîndarbûyî jiyana xwe jidest da
17:56
JINHA
ŞIRNEX - Dayika 3 zarokan Şîrîn Altay a ku di 24'ê Kanûnê de ji ber guleya topê ya li mala wê ket girandar birîndar bû, piştî berxwedana 32 rojan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê di êrîşên tevkujiyê de di 24'ê Kanûnê de dayika 3 zarokan Şîrîn Altay bi guleya topê ya li mala wê ketî, giran birîndar bibû. Şîrîn, ji bo dermankirinê li Êlihê rakiribûn nexweşxaneyek taybet. Şîrîn, piştî berxwedana 32 rojan jiyana xwe ji dest da.
Cenazê Şîrîn, ji bo karên otopsiyê birin Nexwexaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Hate zanîn ku piştî karên otopsiyê dê Şîrîn li Silopiyê were defin kirin.
Tevî Şîrîn, hejmara welatiyên ku di êrîşên 37 rojan de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bû 30 kes.
(zt)
