Ji pênûsa zarokan Cizîr û qetlîam

10:55

JINHA

ŞİRNEX - Zarokên Cizîrê ku ev 43’ê roj in jiyan ji wan re hatî qedexekirin, qetlîama li Cizîrê xizkirin. Zarokên bi navê Havîn û Rojîn li rexma qetlîama bi sîstematîk a li Cizîrê tê pêkanîn jî diyar kirin ku ew li benda aştiyê ne.

Li Cizîra Şırnaxê ku ev 43 roj in di bin êrîşên tevkujiyê de ye, jiyan ji zarokan re teng dibe. Zarokên ve meh û nîve ji tenqê tanq û topan pêvetir tiştek nebihîstine, gelek ji wan an birîndar bûn an jî hevalek wan hate qetilkirin. Li kolanên Cizîrê yên dengê zarokan lê bilind dibû, niha tenqê tanq, top û guleyan tê. Ji van zarokan di temenê xwe yê biçûk de bûn şanidê hemû cureyên çekan, hovîtiya dewletê xêzkirin. Zarokên bi navê Havîn Ûrûn û Rojîn Tong wêneyên ku qetlîama Cizîrê xêzkirin û li rexmî hemû zilama hatî kirin jî aştî xwestin.

‘Ez li benda aştiyê me’

Havîn Ûrûn ji ber dengê topan ji bêxewiyê lome ey. Havîn diyar kir ku birazî û dotmama wê jî nikarin razên ji ber dengê top û tanqan û wiha got: "Em di malekî de 15 kes dijiyan ji ber ku em neçar bûn. Min xwest di wêneyê xwe de zarokên ku ji şer direvin bidim nîşan. Mirinên zarokan her roj ez bêzar dikirim. Dibe ku ez jî yek ji wan bûma. Min tenê aramî û aştî dixwest, niha jî ji bo aştiyê ez bi hêvî me.”

‘Çi sûcê kesên di qedexeyê de mirîn hebû?’

Rojîn Tong jî hîsên xwe wiha anî ziman: “Dema min ev wêne xizkir tiştek di serê min de nebû tenê tiştên ku min dîtîn hebûn. Tişta herî ez aciz kirim qetilkirina Miray Înce ya 3 mehî bû. Dema birayê min ê biçûk ji ber dengê gûleyan direvî û xwe diveşart dilê min diêşa. Dema dengê topan dihat, min mereq dikir ka li mala kê ketiye û kê miriye. Min biriya dibistana xwe û rojên xwe yên bi aramî kirine. Çi gunehê wan kesên di qedexeyê de mirî hebû û ev suçê kêye?”

Zarok li benda aştiyê ne lê îro qedexeya jiyankirinê li Cizîrê di roja 43’an de berdewam dike û hîn jî zarok dimirin.

(bî/zt)