ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Endama Navenda Meclîsa YNK'ê Mamosta Kelsum diyar kir ku dê weke Kobanê berxwedana Bakurê Kurdistanê jî biserkeve û got: "Şoreşa Bakur jî wek Kobanê wê bi pêşengiya jinan bi ser keve. Jinên Kobanê tenê şoreş bi ser nexistin, di heman demê de zihiniyeta civakê jî dane guhartin."
* Di çerçoveyê xebatê înşakirinê de Weqfa Jin yê Kantona Efrînê di sala 2015'an de ji 181 dozên jin 100 doz çareser kirine.
*Gûlperî Bîlen (Axîn Goyî) navê xwe li têkoşîna azadiya jin neqişand û hesreta jiyana gund bi tevlîbûna nava refên PKK'ê ve pêk anî. Dayîka Gûlperî Halîme Bîlen qala keça xwe kir û wiha got, "Keça min ji desthilatdariya mêran yê hember jinan gelek bi hêrs dibû û berteka xwe nîşan dida. Vîna wê her dem bi hêzbû."
*Di çalakiya nobetê ya di roja 4'an de li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê berdewam dike de ji derveyî kurdan welatiyên tirk jî cihê xwe digirin. Ozlem Turunç a ji Orduyê diyar kir ku ew di ferqa van êrîşên der mirovahiyê denin ji bo wê jî ew ji bo aştiyê hatine Nisêbînê û wiha got: "Heya ev şer û dorpêç bi dawî nebe emê ji vêderê neçin. Ez di wê barweriyê deme dê rojên ronî bên û emê hemû gel bi hev re ser vê erdnîgariyê jiyan bikin."
*Sekretera Giştiya Cemyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC) yê Sibel Guneş diyar kir ku ew dê li gel rojnamegerên li Kurdistanê ewlehiya canê wan nîne bi wî awayî nûçeyan dişopînin û ji aliyê deshilatiyê ve weke medyaya "terorist" hatî îlankirin di nava şêwirmendiyê debin û got: "Ser rojnamegeran şer heye, mafê wan ê ji gel agahî girtinê gasp dikin. Rojnamegerî mafê ji gel agahî girtinê ye."
*Seroka Konseya Jinên Rojava Amina Bekir diyar kir ku li Rojava û Bakurê Kurdistanê jin hêza pêşengin û got: "Me di pêvajoya şoreşa Kobanê de dît, em îro li Bakurê Kurdistanê jî dibînin jin hêza pêşengin, hêviya jinê rêxistinê avadike."
*Parastina Kobanê bi gotina Meryem "Ez ji deriyê îxanetê re naborim", çalakiya azadkirina Miştenûr yê Arîn, ligel birîndariya xwe Gulana ku çeperên xwe terk nekiriye pêk hat. Berxwedana dîrokî yê serkeftina Kobanê a ku 4 meh dewam kir dikeve sala xwe yê duyem.
