Ji bo Cizîrê banga derketina kolanan
14:21
JINHA
AMED - Li navçeyên Rezan, Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê piştî ku êrîşên li Cizîrê zêdetir bûn gel dadikeve kolanan.
Piştî ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî gel êrîş zêde bûn bi pêşengiya DBP, HDP, KJA, KCD û DEM-GENÇ'ê biryara çalakiya lezgîn hate wergirtin. Di çarçoveya biryarê de dê ji bo Cizîrê çalakiyên hemwext bên lidarxistin. Çalakî dê li navçeya Yenîşehîrê li ber avahiya KCD'ê, li Rezan li ber avahiya DBP'ê û li Peyasê jî li Parka Roboskê dê saet di 17.00'an de destpê bike.
Di daxuyaniya ku hate dayîn de hat xwestin ku tevli çalakiya ji bo Cizîrê tê lidarxistin bibin.
(ho/rc)
