'Em li hemberî vê hovîtiya dewletê bêdeng namînin'
13:23
JINHA
AMED - Rojnameya Azadiya Welat bal kişand ser xeteriya li ser jiyana midûrê wan ê karê nivîsê Rohat Aktaş, ku li Cizîrê di dema şopandina nûçeyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat birîndarkirin û got, "Tiştek bi serê wî were, berpirsyar Erdogan û AKP ye."
Rêveberiya rojnameya Azadya Welat bibîr xist, ku hêzên dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê êrîşî gelê sivîl dike û got, "Heta niha bi sedan sivîl hatin kuştin û bi sedan sivîl jî birîndar bûn. Çapemeniya alîgir a AKP’ê qetilkirina sivîlan vedişêre û civakê şaş agahdar dike, hemû pîvanên exlaqê çapemeniyê bin pê dikin." Rojnameyê diyar kir ku weke rojnameyeke rojane ya bi kurdî ew jî hewl didin hovîtiya li ser gelê kurd tê meşandin ji raya giştî re ragihînin û û da zanîn ku nûçegihanên wan li qadên şer ji nêz ve bûyeran dişopînin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ev demeke li Cizîrê li pey şopa heqîqetan ketiye, nûçeyan dişopîne û ev xal hat destnîşankirin:
"Rojnamevan Rohat Aktaş tevî 10 sivîlên ku ji bo xwe ji êrîşan biparêzin li malekê li taxa Cûdiyê bû di encama bombebaranê di bin enkaza xanî de ma û birîndar bû. Welatiyên Cizîrê li gel ku hewl didin birîndaran ji bin enkazê derxînin jî rastî gulebaranê tên. Her kêliya ku derbas dibe rewşa birîndaran ku hevalê me Rohat Aktaş jî di nav de ye ber bi xeterbûnê ve diçe. Em hewl didin xwe bigihînin hevalê xwe lê hêzên dewletê êrîş dikin û jiyana Rohat niha di xeterê de ye.
Niha hevalê me birîndar e û nahêlin rakin nexweşxaneyê. Eger tiştek bi hevalê me were berpirsyarê vê serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoglû û hikûmeta AKP’ê ye. Em li hemberî vê hovîtiya dewletê bêdeng namînin.
Em bi lezgînî bang li sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî yên çapemeniyê dikin ku li hemberî vê hovîtiyê dengên xwe bilind bikin."
(rc)
