ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:01

*Jinên bajarê Hesekê rewşa siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan nirxandin û diyar kirin ku divê tevahî jin dengê xwe ji bo başkirina rewşa Zeynep bikin yek.

*Jinên bajarê Til Temir serkeftênin hemleya QSD'ê li gelên Rojava pîroz kirin û hêvî û bendewariyên xwe yên ji QSD anîn ziman û gotin ku ew li benda mizgîniya rizgarkirina Reqyayê, Minbêc û Cerablusê ne.

*Li Başurê Kurdistanê 2'emîn salvegera avabûna kantonên Rojava hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de jinên ciwan ên ji Bakur, Başur û Rojava hunerê xwe nîşandan û gotin: "Dem ne dema gotinêye dema pêkanîn û çalakiyê ye. Pêwîste gelê Kurd bi taybet jî ciwanên Başur û Rojava xwedî li şoreşa Bakurê Kurdistanê derkevin."

*Derbarê nûçegihana me Bêrîtan Canozer de yê ku bi hinceta 'Heyecanê' di dema şopandina nûçeyê de hatî binçavkirin îddîaname hat amede kirin. Notê nûçeyan yê Bêrîtan wek delîl bi îddayê "endama rêxistinê ye" û "propagandayê dike" tê nîşandan.

*Li Kathmandê 235 rahîbe ji bo wekheviya zayendî û jiyanek xwezayî heya Delhiyê biskilet ajotin. Rahîbe di riyê xwe yê dirêj de her jinek ku rastî lê hatine jêre qala wekheviya zayendî û jiyana xwezayî ekolojî kirin û li aliyê din waneyên parastina cewherî dan jinan.

* Li Colemêrgê Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo 2 rojan dest bi greva birçibûnê kirin Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê herkes li gorî wijdana xwe tev bigere li hemberî komkujiyên li Kurdistanê beden nemine.

* Ji ber êrîşên ku li gelek navendên Kurdistanê pêk tê, gelek welatî û bi taybet jin hatin Taxa Giremira yê Nisêbînê û dest bi çalakiya nobetê kirin. Dengbêjên ku ji Wanê hatine û tevlî çalakiya nobetê bûne, bi klamên xwe berxwedêrvan û welatiyên hatine kêfxweş kirin.