Welatiyê li Cizîrê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
17:53
JINHA
ŞIRNEX - Êrîşên hêzên dewletê yên li ser Cizîrê didomin. Welatiyê bi navê Welî Mûjde ku li Cizîrê birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji Cîhan Karaman ku birîndar li taxê ye jî agahî nayê girtin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê êrîşên tevkujiyê berdewam dikin. Hêzên dewletê bi tanq û topên li derdora navçeyê bi cih kirîn, taxên
Cudî û Sûrê topbarana dikin. Di encama topbaranê de gelek mal şewitîn. Ji ber şewata malan dûman bi ser navçeyê ketiye.
Top li mala 15 kes tê de ket
Ji tapên tên avêtin yekê îsabetî mala 12 kes lê dimînin a li Kuçeya Lale ya Taxa Dagpinarê kir. Topa ne teqiyayî dîwarê malê bi tevahî hilweşand. Ji ber ku top neteqiya windahiya can çê nebû lê xeteriya hemwelatiyan di bin xeteriyê de ye. Hêzên dewletê li taxên Dagpinar û Alîbeyê di heman demê de di ser malan de digirin û zordariyê li gel dikin.
Ji ciwanê birîndar agahî nayê girtin
Di encama êrîşên dewletê de di seatên nîvaro de li Taxa Cudî ciwanê bi navê Cîhan Karaman birîndar bibû. Ji ciwanê bi boneya êrîşên dewletê nikarin rakin nexweşxaneyê, agahî nayê girtin.
Hemwelatiyê birîndar jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Welî Mujde ku hefteya borî di encama êrîşên dewletê de birînar bibû. Walî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Hate zanîn ku Walî îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Topbarana dewletê ya li ser taxan didome.
(ekip/eb/zt)
