Cenazê Serhat Altun ê li Cizîrê hatî qetilkirn ber bi Erciş ê ve oxirkirin
11:49
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Serhat Altun ê ku li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin û ji bo rakir nexweşxaneyê biryara tedbîrê ya DMME'ê hebû jî destur nehat dayîn ku rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da, şandin navçeya Erdîşê.
Cenazeyê Serhat Altun ê ku li Cizîrê dema ku ji bo alîkariya zarokekî birîndar çû ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin û ji bo rakir nexweşxaneyê biryara tedbîrê ya DMME'ê hebû jî destur nehat dayîn ku rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şinrexê piştî karên otopsiyê hate wergirtin û ji bo bê definkirin şandin navçeya Erdîşê ya Wanê.
Cenazeyên Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdulhamît Poçal, Mehmet Kaymaz û Ahmet Tunç ên li Cizîrê hatin qetilkirin jî îro dê li Goristana Nolaro ya Şirnexê bên definkirin. Cenazeyê Selman Erdogan jî ji bo bê definkirin şandin Basanê.
(zt)
