ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Parlementera HDP'ê yê Edenê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser kampanya lînçkirinê yê ku hember akademîsyenên aştîxwez tê pêk anîn û diyar kir ku Tirkiyê gav bi gav ber bi felaketê ve diçe û got ev tabloyek tirsnake ji bo welêt.
*Jinên Êzidî ên Kampa Newroz yê bajarê Dêrikê êrîşên dewleta tirk yê li hember jinan bi tundî şermezar kirin û wiha gotin, "Hem DAIŞ û hem jî Erdogan jin hedef digrin. Li hember êrîşan perwerde û rêxistinbûn girînge."
*TEV-ÇAND'a bajarê Til Temir bi armanca hêzkirina xebatê çand û hunerê, perwerde ji bo zarokan daye despêkirin. Rêvebera TEV-ÇAND'ê Sîman Dêrik diyar kir ku armanca wan zarokan bi çandê wan mezin kirine.
*Fadîle Koznak yê ku bi zorê hatibû zewcandin, 37 sal her rastî şîdeta hevjînê xwe hatiye. Fadîle a ku ji ber şîdeta dîtî hestiyê pişta wê şikestiye û hatî ameliyet kirin, dixwaze ji hevjînê xwe veqete. Lê ji ber Fadîle dexwaza veqetinê dike vê carê rastî tehdîdê kuştinê tê.
*Rêvebera TEV-DEM'ê Yesra Elyas da zanîn ku ji ber hêzên AKP'ê çiqasî êrîşan bikin jî her dem serketin a Bakurê Kurdistanê ye û wiha got: "Ez bi ser navê her jineke Kurd dibêjim ku AKP dê tucarî nikare vîna gelê Kurd bişikêne. Ji ber ku ceribaninên me yên Rojava hene."
*Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya 6'ê Adara sala 2015'an de diyar kir ku divê despêkê rêz ji mafê jinan ê jiyanê re bê girtin, bertek nîşanî hilweşandina taxan bi bombeyan ser serê jinan de û bi wî awayî qetilkirina wan da. Ji wê rojê heya niha êrîşên bombayî li Pirsus û Enqereyê, ji 16'ê Tebaxê heya niha înfaz jî di navê de 83 jin ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin.
*Jinan diyar kirin ku bi sporê re ew xwe azadtir û kêfxweş hîsdikin û di heman demê de qadê ku dihêle jin ji malê derê qada sporê ye. Jinên Amedê ên ku fîtnessê dikin her kesî dawetê sporvaniyê kirin.
* Dewlet ji bo projeyên termîk santral yê ku li Foçayê hatibû despêkirin û ji ber zerarê ku dide hatî betal kirin dest bi lêkolînê dike. Jinan bertek nîşanî van kiryaran dan û wiha gotin, " Li pay çi ketine em meraq dikin."
