ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li gundê Derê Avê jin ne tenê bêrîvanin di heman demê de şivanin jî. Ji şivanên bizinên gund Meryem Erçag got: "Em di aliyê aborî de jî nîşan didin ku aborîya malbatan jî giredayî karmendiya jina ne. Ji ber wê jî em serê sibê seat 5:00'an radibin despêkê karê xwe yê malê dikin, paşê jî bizinên xwe berdidin û şivaniyê dikin."

*Zehra Husin bêy ku xwe muhtacê hevjînê xwe bike, bi berhevkirina gihayê Sûsê zarokên xwe xwedî dike û dibêje, "Divê jin xwe nespêrin mêran û bi hêza xwe tev bigerin. Eger ez li bendê hevjînê xwe bisekinim ne jiyan ne jî zarok li holê dimîne."

*Jinên li Cennetçeşmeya Îzmîrê bi destê xwe bajar kirine warê xwe niha jî bi navê 'vegera bajar' veguhezînê naxwazin û li hember wê xwe rêxistin dikin. Li Cennetçeşmeyê jin dibin banê komeleyê de xwe rêxistin dikin û dibêjin: "Berî 40 salan me ev der vegerand bajarbûnê, niha jî me ji vêderê vediguhêzin. Rîska bînayan dikin hincet, lê li gorî min a ji bo wan rîsk mirovên li vêderêne. Ez li vêderê ji derve jî bimînim, cîranên min ên ez li deriyê wan bixim û min bigirin hindir hene. Dixwazin me ji hev biqetînin."

*Du jinên di salên 90'an de li du birayên xwe yên hatî windakirin digeriyan Altusaç Bişici û Birgul Ekinci. Du jinên berê ji bo gorek wan çêbibe tekoşîn dikirin, niha jî ji bo malbatên li Kurdsitanê cenazeyên wan li erdêne tekoşînê dikin gotin: "Yên salên 90'an cenazên me ji me veşartin û digotin ku me negirtine, niha jî li Kurdistanê li ber çavên malbatan cenaze li kolanan dihêlin. Desturê nadin mirov cenazeyê xwe veşêrin."

*Ayten Sabirli a ku ji Stenbolê hatiye bêdengiya rojavayê tirkiyê li hember bûyerên ku li Kurdistanê tê jîn rexnekir û got, "Salên 80 û 90'an em bê deng bûn, dûvre me rexne kir. Eger îro jî em bê deng bibin çend sal din em ê cardin hember van bêdengiyê xwe rexnedayîna xwe bidin."

*Jinên Geverê bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr yê ku gotiye navendên Colemêrg û Şirnex dê cihê wan bi Cizîr û Geverê ve were guhertin dan. Jinan gotin, "Dewleta ku nikare bi tang û topan azadiya xwerêveberinê bişkîne, vê carê li pay hîleyên nûne. Derbarê guhertina warê mede we nêrînê me qet pirsî?."