Rojnamegerên hatin girtin serberst berdan
08:56
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegîhanên bi navê Sînan Tangay û Alp Kayserîlîoglu yên di saetên êvarê de li Kerboranê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Nûçegîhanê fotoyê Sînan Tangay û nûçegîhanê Neues Deutschland û Junge Welt Alp Kayserîlîoglu yên ku ji bo der barê rewşa bajarên Kurdistanê de nûçe bişopînin hatin Kurdistanê û di ketina navçeya Kerboran a Mêrdînê de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. Hate zanîn ku her du rojnamevan li Miduriyeta Emniyetê ya Kerboranê rastî kontrola nasnameyê û lêgerînê hatine û her wiha hemû dîmen û wêneyên wan jî yek bi yek hatine lêkolînkirin.
(zt)
