Meclîsa Gel a Nisêbînê: Zarokên xwe neşyenin dibistanan
14:40
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dewlet pilanên qirêj ser zarokên Nisêbînê dide meşandin. Li hember van pilanên qirêj Meclisa Gel a Nisêbînê daxwiyanî da û got; "Eger dewlet zarokên me fikirî ba wê pêşî dorpêça li ser bajarên me rakirana zarokên xwe radestî celdên wan nekin."
Daxuyaniya Meclîsa Gel a Nisêbînê wiha ye; "Dewlet dixwaze bi van pilanan zarokên Kurdan ji wan dur bixe. Bi destê dewletê bi 10'an zarok hatin qatilkirin ji bo ku dewlet van qatliaman bi binexême ser navê perwerdê pilanên nû çêdike. Dewlet li navênda Mêrdînê qursan ve dike. Ev mexsed ji bo ku zarokan ji malbatan dur bixe û rehîn bigre. Dewletek ku zarokan qatilbike dê çi jê hevî bike. Em gele Kurd divê dîrokê ji bîrnekin û banga me ji gele Kurd re eve; Zarokên xwe teslîmî kujerên dewletê nakin. Zarokên xwe neşînin bajarên din. Eger nîyeta dewletê ya perwerde kirina zarokan bana wê van dorpêçan û êrîş bi dawîkirina. Bila zarok ne li bajarekî din bila li ba dayîk û bave xwe bin. Bangaziya me ewe ku zarokên xwe neşyenin dibistanê ji derve û bila bawerîya we bi van nêzîkatiyên dewletê ne we Zarokên xwe teslîmî celadên wan nekin."
(dt/zt)
