Li Antalya jinek ji aliye hevserê xwe yê polis ve hat qatilkirin
12:40
JINHA
ANTALYA - Li Antalyayê Serap Çinar a xwest veqete ji aliyê hevserê xwe yê polîs Ali Çinar ve hat qetilkirin.
Li Taxa Uncaliye navçeya Konyaalti ya Antalya yê Serap Çinar li ber çavê zaroka xwe ya 4 salî hat qatilkirin. Jina bi navê Serap Çinar di xwest ji hevserê xwe veqate lê hevsere we Alî Çinar qabûl nakir û Serap qatilkir. Cîrana xeber dane abolansê lê Serap Çinar li cihê bûyerê jiyana xwe ji destda.
Canazeyê Serap Çinar rakirin Morga Fakûlta Tibê ya Zanîngiha Akdenîzê, kujerê Serap li heman nexweşxanê tê dermankirin.
Hat zanîn ku Alî Çinar polîsê memurê Emniyeta Muduriyeta Antalya ye.
(dt/zt)
