ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rêvebera Şaredariya Hesekê Muhabad Sado di derbarê xebatên jinan nava Şaredariya Hesekê de wiha axivî: "Di aliyê aborî de jî ji bo pêşxistina aboriya jinan biryar heye gelek xwaringeh, kafeterya, bazar û dukan ji jinan re werin vekirin. Dîsa me biryar girt dukanên cilên gelerî yên Kurdî saz bibin û yek ji pêwîstiya din a civakê sînema ye sînema bên avakirin."
*Li Gundê Derê Avê jin li ber denê Dengbêj Xecê dicivin karê xwe yên rojane dikin. Dengbêj Xecê bandora jiyana rojane li ser kilamên wan ên dengbêjiyê wiha anî ziman: "Niha êrîşên ser Kurdistanê herî zêde me jinan bandor dike û dihêle em wê hestiyariya xwe bidin kilamên xwe. Me jinan tu car li hemberî zilma dewletan serê xwe ne tewandiye, em tu car jî serî natewinin."
*Mamostayên Başur di derbarê kêm kirina muçeyên mamostayan de gotin: "Bi tiris û gefxwarinê mamosta ji çalakiya nobetê dur xistin. Lê emê serê xwe li hemberî kesê netewînin. Ger wiha bidome emê dibistanan boykot bikin."
*Dayîkên bajarê Dêrikê derbarê siyaseta dagirkeriya dewletê tirk a li hember bakûrê Kurdistanê de nirxandin kirin û bertekên xwe anîn ziman. Jinan wiha gotin, "Jin pêşengiya berxwedana bakûrê Kurdistanê kir û têdikoşe. Ji ber vê şoreşa bakûr wê bi rengê jin navê xwe li dîrokê binvîsinin."
*Li Nisêbînê ber dengê sitiranên ji hoparloyên mezin bilind dibin li piş barîqatan bi pêşengiya zarokan jiyan ji nû ve tê avakirin, asayîş jî ji zarokan tê pirsîn. Li taxên barîqat lê hene jiyana komunê lê berdewam dike, ji aliyê Qamişlo piştevaniyê digirin, YPS-Jin jî li hember şideta ser jinê kete nava tevgerê.
*Li Nisêbînê ber dengê sitiranên ji hoparloyên mezin bilind dibin li piş barîqatan bi pêşengiya zarokan jiyan ji nû ve tê avakirin, asayîş jî ji zarokan tê pirsîn. Li taxên barîqat lê hene jiyana komunê lê berdewam dike, ji aliyê Qamişlo piştevaniyê digirin, YPS-Jin jî li hember şideta ser jinê kete nava tevgerê.
*Jinên Şirnexê li hev kombûn û pêvajo nirxandin. Parlementera HDP'ê ya Wanê Tuba Hezer got: "Dê tekoşîna gelê Botanê di rêya Bêrîvanê de berdewam bike."
*Li Pakistana dem dem îstismara zayendî ser jin û zarokan tê dîtin berî 6 mehan 20 zarok ji aliyê çeteyan ve rastî îstismara zayendî hatin. Piştî ku bûyer di çapa cîhanê de hat bihîstin 17 çete hatin binçavkirin, zarokên deruniya wan têkçuyî jî gotin; "Tenê daxwaza me dade."
