Li Silopiya 3 cenaze rakirin nexweşxanê
15:47
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê 3 welatiyên ku hatibûn qetilkirin û cenazeyên wan li mizgefta Nûhê dihat rawestandin rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê cenazeyên 3 welatiyên ku di êrîşan de hatin qetilkirin û li mizgefta Nuhê dihatin rawestandin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Piştî ku welatiyan agahî dan wesayîta cenaze hate mizgeftê û cenaze birin nexweşxaneyê. Cenaze aydî kê ne nayê zanîn. Tê texmînkirin ku 2 cenaze aydî Axîn Kanat û Reşît Eren ên ku di rojên destpêkê yên êrîşan de hatin qetilkirin lê ji ber êrîşan nekarin bibin nexweşxaneyê ye.
(zt)
