Bijîşk Abdullah bi sedema endamên YPS'ê tedawî kirine hate girtin
15:43
JINHA
MÊRDÎN – Bijîşkê bi navê Abdullah Koçeroglu yê endamê TTB û SES’ê ye bi sedema YPS'yi tedavî kirine hate girtin.
Li Nisêbîna Şirnexê du meh berî niha bi hinceta alîkariya hêzên parastinê dikin gelek bijîşk hatibûn sirgûn kirin. Bijîşkê endamê SES'ê Abdullah Goçeroglu jî du mehe berî niha bi wezîfedarkirina demî sirgûnê Qoserê hatibû kirin. Du roj berî niha Abdullah hate binçavkirin. Piştî kirarên li Midûriyeta Polîsan a Qoserê, Abdullah derxistin dozgeriyê. Dozgeriyê bi sedema endamên YDG-H û YPS'ê tedawî kirine, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî Abdullah bi îdîaya, "Endamtiya rêxistinê" girt û şande girtîgehê.
Bijîşk Abdullah ê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
(bg/eb/zt)
