Wê ji bo Surê her roj deng were derxistin
11:57
JINHA
AMED - Ji bo dorpêça li ser Surê bê rakirin wê her şev çalakiya deng derxistinê û meş bê li darxistin.
Li navçeya Sur a Amedê ev 49 rojin dorpêça hêzên dewletê berdewam dike. Li navçeyê êrîşên topan bê navber berdewam dikin. Amedî ji bo dorpêça ser Surê 49 rojin li ser piyane. Bi peşêngiya HDP, DBP, KJA û KCD wê meş bê li darxistin. Wê ji bo dorpêça li ser Surê li Navça Yenîşehîrê li ber AZC Plaza her roj çalakî di saet 18.00'an de bê li darxistin. Bi pêşengiya endamên navçeyên Peyas, Reza, û Yenîşehîrê wê di saet 18.00'an de meşa bi meşale bê li darxistin.Wê sibê jî li Parka Koşuyoluyê meş bê li darxistin. Wê li navenda Amedê her şev saet di 18.00'an de çalakiya deng derxistinê berdewam bike.
(dt/zt)
