Li Cizîrê yên birîndaran radikin tên gulebaran kirin

11:52

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê sekvanan yek jê zarok 3 kes birîndar kirin. Hîna cenazê Mehmet Kaplan ê hatî qetilkirin jî nehatiye girtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya gel keta roja 37'emîn. Orhan Tunç ê ku ji bo birayê xwe Mehmet Tunç ê li taxa Cûdiyê dimîne û 5 roj in agahî jê nagirin bigere derket û li cadeya Omer Hayyam hate birîndarkirin destur nayê dayîn ku bibin nexweşxaenyê. Li taxa tu ambulansên Wezareta Tenduristiyê naçin, dema ku ambulansên Şaredariya Cizîrê diçin jî ji aliyê hêzên dewletê ve tên gulebarankirin.

Hêzên dewletê ji noqteyên hakimî navçeyê, taxan gulebaran dikin û ji gundên derûdorê jî ber bi navçeyê topebaran berdewam dike. Li taxa Cûdiyê ji ber topa hawanê li maleke ket li malê şewat derket. Ji bo şewata li malê bê vemirandin ekîbên Şaredariya Cizîrê çûn taxê.

Li taxa Cûdiyê ku di bin êrîşan de ye beriya 2 rojan welatiyê bi navê Mehmet Kaplan hate qetilkirin û cenazeyê wî ji ber êrîşan nikarin ji taxê bigirin.

Li aliyê din li bendê ye Cenazeyê ku anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku aydî Huseyîn Paksoy e yan na ji bo bê teşhîskirin malbat bê nexweşxaneyê. Ji bo Huseyînê hatibû birîndarkirin û li taxê destur nedihat dayîn ku bibin nexweşxaneyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara tedbîra lezgîn girtibû.

Li hember taxên Cûdî, Nûr, Sûr û Deriyêçiyê êrîşên bi tank û topan berdewam dike.

(zt)