ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel diyar kir ku di rêveberiyên cewherî de jin hedef tên girtin û got: "Bila ji bo Sêvêyan, Pakizeyan û Fatmayan deyînê me be. Dê tekoşîna wan bigihe serketinê. Em bi tekoşîna jina azad bersivê bidin hişmendiya deshilatiya mêran."

*Li ABD yê dîroknasan cihê darvekirina bi dehan jinên di nêçîra cadiyan de hatine qetilkirin dîtin. Li devera di sala 1692'an de jin lê hatine darvekirin biriyara bibe cihê bîrdariyê hat girtin. Beriya niha jî dîroknasan du car ew biriyar girtibû, lê yên dixwestin bûyerê bidin jibîrkirin biriyar asteng dikirin.

*Li Cizîrê Mehmet û Emame Şahin ên di mala xwe de hatin înfazkirin li gel temên xwe yê mezin jî Cizîr ne terikandin û gotin: "Zarokên me li vêderê tekoşînê didin, em axa xwe naterikînin."