Li Cizîrê êrîşi yên birîndaran radikin kirin

14:07

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê hîna kesê xwe ne gihandiye zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 4 roj berê birîndar bûyî. Welatiyên birîndar ji erdê rakirin jî rastî êrîşan hatin.

Li Cizîrê ji gundên derdorê ser taxan êrîşên topên hewanan giranbûne. Li Taxa Cudî ji ber topên hewanê zarokê 15 salî Îdris Ustun giran birîndabû û rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.

Ên ku ji bo birîndaran diçin tên gulebarankirin

Welatiyên ku diçin taxan û cenaza û birîndaran bigirin jî ji aliyê hêzên dewletê ve tên gulebarankirin. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku welatiyên ku diçin cenaze û birîndaran bigirin tên binçavkirin, hêzên dewletê nahêlin ablunas bikevin taxan. Faysal bilêv kir ku ambulans li Avahiya Hikûmetê ya Cizîrê tên rawestandin û wiha got: "Endamê PM a DBP'ê ku, Îdrîs Ustun ê birîndar wergirt hate binçavkirin. Ez û havşaredara me birîndaran dibin."

Serê sibehê jî li taxa Sûrê ji ber guleya hewanê Mahsum Îcuz hatibû birîndarkirin. Faysal Mahsum biribû nexweşxaneyê.

(at-ab-ma/zt)