Cenazê Nuran Yuksekbag şandin Sêrtê
12:11
Çile
18
/ 2016
JINHA
SÊRT – Cenazeyê Nuran Yuksekbag a HPG'î ya li Qoserê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da şandin Sêrtê.
Cenazeyê Nuran Yuksekbag a HPG'î ya li Qoserê ya Mêrdînê di 12'ê çileyê de li taxa Turgut Ozal di pevçûnê de bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ji ber ku nasnameya wê nehatibû tespîtkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat rawestandin. Nuran a ku duh nasnameya wê hate tespîtkirin malbatê û rêveberên MEYA-DER'ê serê sibehê cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê wergirtin û ber bi Sêrtê ve derketin rê. Cenazeyê Nuran dê li Sêrtê bê definkirin.
(zt)
