ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Di derbarê zêdebûna kuştinên jinan li Bakurê Kurdistanê Mamosta Viyan Mecîd got: "Gerkek em çirûskên şoreşa jinan li Bakur û Rojava derbazî Başurê Kurdistanê bikin. Jinên beşên din yên Kurdistanê dikarin bibin pêşeng û rê nîşanî me bidin."

*Em bi Aysel Bolucek Serdar ya ku îskenceya zayendiya ser girtiyên jinên siyasî tê kirin lêkolîndike ji dema 'nêçîra cadiyan' heya niha îskenceya zayendî axivîn.

*Kedkarên tenduristiyê yên ku li hember êrîşên ser gelê kurd berdewam dikin li hemberî şer aştiyê û li hember mirinê jiyanê diparêzin bertek nîşanî helwesta dewletê ya nexweşxane ji bo leşkeran veberandine qerargehên leşkerî ji bo wê ne welatî dikarin bên tedawîkirin û ne jî kedkarên tenduristiyê dikarin karê xwebikin dan. Tenduristvanan diyar kirin ku Tirkiye ne li gorî hevpeyîmana mafê mirovan tevdigere.