Dayikên Aştîyê qetîlkirina 12 ciwanan şermezar kirin
17:44
JINHA
WAN - Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê qetilkirina 12 ciwanan ji aliyê tîmên taybet ve bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Meclîsa Dayikên Aştîyê ya Wanê ji bo 12 ciwanên ku di 10'ê Çileyê de ji aliyê timên taybet ve di sergirtina malan de hatin qetîlkirin, şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li navenda rêxistina DBP'ê ya Wanê hat dayîn. Di daxuyaniyê de gelek endamên meclîsê amade bûn. Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Zekiyê Kaya diyar kir ku dewleta tirk bi zanabûn zarok û jinan qetîl dike. Zekiye qetlîama 12 ciwanan şermezar kir û got ku ev ciwan bi hişmendî hatinê qetîlkirin û wek dayikan qet baweriya wan bi dewletê nemaye.
Zekiye ani ziman ku dema ew ji bo rawestandina şer derketin qadan dewletê bi hemû heza xwe êrîşê wan kir û ev tişt got: "Em dayîk sembola aştiyê ne. Lewra hemû hewldana me daxwaza aştiye. Lê mixabin dema em derdikevin qadan em rastî tundiya dewletê tên û em tên birindarkirin."
Piştî axaftina Zekiye dayika bi navê Xemê Akdogan jî got ku ew wek dayik ji bo şermezarkirina komkujiyan derdikevin qadan lê rastî êrîşê tên û hemû ji bo aştiyê li qadan in û dê heya dawiyê jî ji bo aştiyê li qadan bin û têbikoşin.
Dayika bi navê Mûhsîne Yilmaz ji got ku bi rojan e gelê kurd rojên nexweş derbas dikin êdî bes e, ew zilm û rojên nexweş naxwazin. Mûhsîne girêdayî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û ev tişt got: "Azadiya Kurdistanê bi azadiya Rêberê me ve girêdayiye. Heya ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin."
Mûhsîne di dawiyê de bang li hemû gelê kurd kir ku li hemberî zilm û zordariyan li ber xwe bidin û têbikoşin.
Daxuyanî bi çepîk û tîlîliyan bi dawî bû.
(hk/ho/zt)
