Li Cizîrê 3 rojin zarokê birîndar li benda rakirina nexweşxanê ye

11:59

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê birîndarbûyî 3 li benda rakirina nexweşxanê ye.

Li navçeya Cizîra Şirnexê ku êrîşên qirkirinê berdewam dike berxwedana gel di roja 35'emîn de berdewam dike. Tankên ku li noqteyên ku navçeyê baş dibîne hatine bicihkirin taxên Sûr, Cûdî û Nûrê topebaran dikin, ev du rojên dawî ne jî ji qereqolên cendirmeyan ên gundan navçe tê topebarankirin.

Li taxa Nûrê di encama topebaranê de zarokê bi navê Huseyîn Paksoy hatibû birîndarkirin û lê ji ber ku destur neyê dayîn ev roja sêyemîn e nikarin bibin nexweşxaneyê. Hate hinbûn ku welatiyên ku dixwazin zarokê birîndar bibin nexweşxaneyê jî tên gulebarankirin. Ji bo ku zarokê birîndar rakin nexweşxaneyê li ser navê malbatê Parêzer Nuray Ozdogan duh serî li DMME'yê dabû.

Hêzên dewletê piştî kuduh heta êvarê bi tankan topebaran kirin di saetên êvarê de jî hewl dan ku bi awayeke dizî bikevin taxan lê piştî ku hêzên YPS'ê bersiv dan nekarîn pêş ve biçin û mecbûr man paşve vekişin. Der barê encama pevçûnan de agahî nehat wergirtin.

Li navçeya ku berxwedana gel berdewam dike hêzên dewletê li dijî taxên Sûr, Nûr û Cûdiyê topebaranê didomînin.

(zt)