Li Derbendîxanê 2 zarokên keç dawî li jiyana xwe anîn

11:11

JINHA

SILÊMANÎ - Li Derbendîxanê 2 keçên temenê wan 11-13 salî ji ber zoriyên malbatê dawî li jiyana xwe anîn.

Li navçeya Derbendîxana bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê 2 zarokên keç yên bi navên H.W ya 13 salî di mala de xwe darvekir û S.M. ya 11 salî jî xwe şewtand. H.S ji ber sedemên nayê zanîn dawî li jiyana xwe aniye, lê li gor zaniyariyên hatine bidestxistin ji ber zoriya malê dawî li jiyana xwe aniye. Herweha S. M jî ji ber zoriyên jinbava xwe ku jêre gotiye: "Ger di ezmûnên dibistanê de sernekevê ezê te bikujim" ji tirsan xwe şewtandiye.

(şb/zt)