ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Paşê ez hînbûm ku berî Abdulselam bê qetilkirin min dîmenên wî kêşane. Dema ku min dîmenên Cizîrê giştî dikişan Abdulselam di "Qoroya Berxwedanê" de cîh girtiye. Abdulselam li kolanan hatî qetilkirin dîlan digerand û digot, "Ezê axa xwe neterikînim" dawiyê jî neterikant.
*Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku ji salên 90'an heya niha nêzîkatiya dewletê li cenazeyan hemane, bang li dayîkên leşker û polîsan kirin û gotin: "Bila êdî zarokên me nemirin. Bila em bi mirina zarokên xwe saltanata wan zêde nekin."
*Li Nisêbînê Dibistananavin a Haci Ali Mungan û Kreş a Devgi ya di heman baxçê dibistanê de ji aliyê tîmên taybet ve bûye qarargeh. Li gel ku hîna li dibistanê ders tên dayîn jî li qeta serê tîmên taybet bicîh bûne û her şev ji wê Taxa Kişla yê gulebaran dikin.
*Li Komeleya Piştevaniyê ya Rojava ji bo Sur, Farqîn, Cizîr, Silopi, Nisêbîn, Dêrik û navçeyên dinê alîkarî berdewam dike. Hevseroka Komeleyê Zerife Ozbekli got: "Em li benda alîkariya gelê xwe û mirovên xwedî wijdan ên wekheviya gelan diparêzin in."
*Li hember şideta mêran jinan dest bi qursa parastina cewherî kirine. Ji ber eleqeya zêde ya li hemberî parastina cewheriya li Mala Gel tê dayîn û ser daxwazên jinan atoliyeyên parastina cewherî li gelek semtan tên dayîn. Meryen Yilmaz got: "Jin dixwazin derkevin derve û azad bibin, ev jî bi parastina cewherî despêdike. Parastina cewherî di ferqêdebûn. Dê qursên me yên ser vê mijarê berdewam bikin."
