Li Sêrtê 2 cenaze li nexweşxanê tên girtin
19:44
JINHA
SÊRT - Cemîl Oguz û Murat Yildiz ên li Sêrtê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, bi merasîma cenazeyê ve li Sêrtê hatin defin kirin. Cenazên 2 welatiyên ku nehatine teşhîskirin li morga Nexweşxanê tê rawestandin.
Cenazeyên welatiyên bi navê Cemal Oguz û Murat Yildiz ên ku li Taxa Ulusê di êrîşa polîsan de hatin qetilkirin, li Goristana Zeviye bi awayek girseyî hatin definkirin. Welatiyên ku ji ber dorpêça polîsan nikaribûn biçin nexweşxanê vê carê jî li Rawestgeha Tîllo rastî astengiya polîsan hatin. Li gel hemû êrîş û astengkirinên polîsan bi sedan welatî tevlî merasîma cenazeyê bûn û bi dirûşma "Şehîd namirin" cenazeyan spartin axê.
Cenazên 2 welatiyên ku nehatine teşhîskirin li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê tê rawestandin.
(zt)
