Hîna zarokê birîndar ranekirine nexweşxanê

19:43

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê şevadinê zarokê 16 salî Huseyîn Paksoy ê birîdarbûyî hîna nikarin bigihînin nexwşexanê.

Li Taxa Nur a Cizîrê şevadinê zarokê 16 salî Huseyîn Paksoy ê birîdarbûyî ji ber abolans nikare têkeve taxê hîna nikarin bigihînin nexwşexanê. Li gel hemû hewildanên Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz û malbatê berpirsên dewletê dibêjin "li herêmê şer heye" ji bo wê jî desturê nadin abolans têkeve taxê.

2 cenaze ji Taxa Surê girtin

Di saetên piştî nîvro de li Taxa Surê ji ber topbaranê Abdullah Înedi û welatiyek dinê yê navî wî nehat zanîn jiyana xwe jidestdan. Abolansê her 2 cenaze rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.

(at-ab-ma/zt)