Çêkirina amûra barîqatan erebeyên hespan e
16:29
JINHA
MÊRDÎN – Li taxên Dîcle û Yenîşehîrê yên Nisêbînê gel ji bo xwe ji êrîşan biparêze barîqatan çê dike. Balkêş e ku welatî bi erebeyên hespan keviran ji bo çêkirina barîqatan dikişînin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hemberî êrîşan gel amadekariyên xwe didomîne. Li taxên Dîcle û Yenîşehîrê ji 7 salî heta 70 salî hemû kes li kolanan ji bo parastina xwe barîqatan ava dikin. Bi pêşengiya dayîk û jinan barîqatên tên avakirin. Welatî ji bo çêkirina barîqatan jî bi erebeyên hespan keviran dikişînin. Têkildarî xwe parastinê jina bi navê Zeynep Demîr diyar kir ku karê wan li hember êrîş û zilma dewletê xwe parastin e.
'Barîqat amûra parastinê ye'
Zeynep got ku barîqat çêkirin li hember qetilkirina zarok û dayîkan jî amûra parastinê ye û wiha axivî: “Ev der Kurdîstan e. Nisêbîna rengîn, Cizîra Botan û Silopî serhildan e. Li Kerboran û Sûrê jî qiyamet û ferman e."
(ekîb/zt)
