ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Edenê bi armanca balê bikşînin ser komkujî û dorpêça ser bajarên Kurdistanê 2 roj grevê birçûbûnê dan despêkirin. Jinan bêdengiya bajarên tirkiyê destnîşan kirin û wiha gotin, "Em banga hişyariyê hember komkujiyan li gel dikin."

*Fatîma Melê a ku ji zaroktiya xwe ji herdû lingê xwe astengdare, bi afrîneriya xwe li hember şert û mercên jiyanê ên zehmet têdikoşe.

*Leystûkvana Koma Voleybol a Jinên Amedspor Azîze Gûnaydin ya ku bi helwesta xwe li sehê hember hişmendiya zayandîperest têdikoşe dibêje spor qada azadiyê ye.