Yekîtiya Star li Til Temirê salvegera damezrandina xwe pîroz kir
17:10
JINHA
TIL TEMIR - Bi boneya 11. salvegera damezrandina Rêxistina Yekîtiya Star jinan li bajarê Til Temir şahiyek a pîroz bahiyê li dar xistin.
Bi boneya 11. salvegera damezrandina Rêxistina Yekîtiya Star îro li Navenda Çand û Huner yê bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ji aliyê jinan ve hat pîroz kirin. Di şahiya pîrozbahiyê de endam û rêveberên Navenda Yekîtiya Star yê Til Temir, Desteya Jin, Civakên Sivîl û bi dehan jin amede bûn. Ser navê Yekîtiya Star Çinar Salîh axivî û salvegera 11. yê damezrandinê li tevahî jinên Kurdistanê pîroz kir. Çinar şehîdên Şoreşê jî bi bîr xist û biryardariyê xwe yê têkoşînê nû kir.
Piştî axaftinan, koma ku ji TEV-ÇAND'ê hatbûn stran pêşkêş kirin. Şahî bi govend gerandinê û bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" û "Bê jin jiyan nabe" bi dawî bû.
(ja-en/rc)
