Gelê Silopiyê: Îradeya me ji tangên we bi hêztir e

13:52

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê ku êrîş tevkujiyê di roja 33'an de berdewam dikin de bi sedan mal hatin xirabkirin û hezaran hemwelatî hatin sirgûnkirin. Lê gelê Silopiyê bi gotina, "Îradeya me ji tangên we bi hêztir e" bertek nîşan da û biryara berxwedanê dubare kir.

Li navçeya Silopiya Şirnexê êrîşên tevkujiyê di roja 33'an de berdewam dikin. Heta niha bi sedan mal hatine xirabkirin û bi hezaran hemwelatî hatin sirgûnkirin. Bi taybetî taxên Başak, Barbaros û Nuhê bi tang û topan hêzên dewletê hewildan ku tevahiya hemwelatiyan koçber bikin. Piştî hemwelatiyên malên wan hatin xirabkirin derbasî taxên hendek lê tune bûne, ev tax jî bi heman awayî hatin dorpêçkirin. Hêzên dewletê bi hezaran hemwelatiyê derbasî taxên din dibin li Sihaya Futbolê ya Taxa Yenîşehîrê berhev kirin. Hemwelatiyê li vir rastî zordariyê hatîn piraniyan wan sirgûnê deverên din hatin kirin.

Hemwelatiyên li hemberî hemû zordariyan Silopî terk nekirin, êrîşên dewletê wekî, "Bêexlaqî û namerdî" nirxandin. Hemwelatiyên balkişandin ser êrîşan bi gotina, "Hûn bi tangên xwe jî bên, îradeya me ji tangên we bi hêztir e" biryara berxwedanê dubare kirin. Hemwelatiyê mala wî ya li Taxa Nuhê bi tangan hatiye topbarankirin Şeyhmus Şahîn, diyar kir ku armanca dewletê şikandina îradeya xwe rêveberiyê ye. Şeyhmus wiha axivî: "Dixwazin gelê li qadên xwe rêveberiyê sirgûn bikin û îrade bişkînin. Ji bo vê mal hedef girtin. Pêdiviyê gel ên bingehîn ên wekî ceyran û av qut kirin. Dewletekê bifikirin li hemberî gel bi tangan taxan topbaran dikin. Exlaqê we yê şer ev e? Ev e xweşmêriya we? Hûn bi tangan jî bên, malên me xirab jî bikin, em dê li ser vê axê bisekinin. Em Silopî terk nakin. Tangên we ji îradeya me bi hêztir nîne."

'Tekane armanca wan sirgûnkirin e'

Hemwelatiya hêzên dewleta tirk di ser mala wê de girtîn û bi 3 zarokên xwe re bi zorê ji mal hatiye derxistin Ayşe Kaplan jî bertek nîşanî tevkujiya dewleta tirk da. Ayşe got ku tekane armanca dewletê sirgûnkirina gelê Silopiyê ye. Ku wisa nebûya çima em bi zorê ji mala me derxistin. Ku xizm û cîranên me nebûna bi neçarî me dê koç bikira. Ji ber hevgiriya xizm û ciranan me axa xwe terk nekir." Ayşe destnîşan kir ku ji ber ambargoya 33 roje didome, pêdiviyê hemwelatiyan zêde bûne û nikarin pêşwazî bikin.

'Vir axa me ye'

Kadrî Çîçek jî hemwelatiyek ji hêla dewletê ve ji mala wî hatiye derxistin. Kadrî ev tişt gotin: "Piştî mala min xirab kirin, bi neçarî ez derbasî taxek din bûm. Dîroka berxwedana Botanê kevn e. Ku dewlet bi êrîşên xwe tevahiya bajar xirab bike jî em dê li berxwe bidin. Em dê li vir bimînin. Gel dixwaze li vir azad bijî. Lê ew tangan diajon ser me. Bi sedan malên me xirab kirin. Lê em li vir in. Silopî axa me ye. Em ji vir dernakevin."

(ekîb/eb/rc)