ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Parêzer Şenay Tavuz bertek nîşanî gotina Seroktiya Karên Diyanetê "Bavek dikare ji bo keça xwe şehwetê hîs bike, ev ne heram e" da û balkişand ku mafê jin û zarokan ji aliyê daraza mêran ve tê binpêkirin.
* Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Dilşa Yûnis derbarê xebatê jin û asta tevlîbûnê de nirxandin kir û wiha got, "Şoreşa Rojava bi hêza jinên rêxistinkirî pêş ket. Bi taybet di warê leşkerî de rolek girîng girt ser milê xwe û vîna xwe nîşanî tevahî civakê da. Jin bi sekna xwe nîşan kir ku dikare welatek jî rêvebibe."
*Jinên ku li Kadîfekalê dijîn hin ji wan li herêmê nanê tenûrê çêdikin hin ji wan jî di nava kelê de dezgeha xwe vedikin û debara xwe dikin. Piranî jinên ku ji Mêrdînê koçî Kadîfekalê bûne çanda çêkirina nanê tendûrê li wir didin domandin. Yek ji jinên ku bi çêkirina nanê tendûrê debara xwe dike Felek Gûlmez e. Felek 10 salin li Kadîfekalê dijî nanê tendûrê difroşe û pêdiviyên jiyana xwe wiha pêşwazî dike.
*Zarokên ku li baxçeyê Hewsel, nava Sûrê û dora Birca Keçikê dileystin, niha neçar dimînin ji ber dengê tang û topê guhê xwe bigrin. Zarokan gotin, "Berê me ji xwe re dileyst, lê niha em dimirin" û diyar kirin ku ew şerên di dîrokê de ne bi dersan ji dengê top, tang û dîtina birîndaran bi jiyan kirinê re dibînin.
*Di rojên borî de binesaziya Meclîsa Sûriya Demokratîk Buroya Jin hat avakirin û biryara rêxistinkirina tevahî jinan hat girtin. Berdevka Buroya Jin Rojîn Remo da zanîn ku di rojên pêşde ew ê konferans pêk were û wiha got, "Cenevra 3. a ku bi armaca pêşeroja Sûriyê were gotûbêj kirin, em hewldidin nûnerê jin di navde avabikin."
* Tecrîda girankirî ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Yek ji parêzera despêkê ya Abdullah Ocalan û ya ku di Platforam Azadiya Ocalan de cîh girtî Eren Keskin, diyar kir ku tecrid ji sala 1999'an heya niha berdewam dike û got, "Bi gotinek a Abdullah Ocalan dikare ev şer bê sekinandin. Ji bo wê ye hevdîştinê asting dikin, ev helwestek siyasiye."
