Li Nusaybînê Hasibe ya alîkarî belavdikir hat binçav kirin
11:30
Çile
14
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Endama Şaxa Komeleya Alîkariya Rojava û rêvebera DBP'a Mêrdînê Hasîbe Mengirkoan dema alikarî li gelê Nusaybinê belav dikir hat binçav kirin.
Endama Şaxa Komeleya Alîkariya Rojava û rêvebera DBP'a Mêrdînê Hasîbe Mengirkoan alikarî li gelê Nusaybinê yên ku di êrîşên hêzên dewletê de malên wan ziyan dîtine belav dikir. Dema ku Hesibe ji Nisêbînê vedigeriya mala xwe ya li Mêrdînê ye li ser rê wesayîta wê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin, piştî venêrîna nasnameyê ew girtin binçavan.
(dt/zt)
