Li Nisêbînê teqîna dijwar: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:15
Çile
14
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê, danê vê sibehê li ser rêya Îpekê teqîneke dijwar rû da. Ji ber teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, danê vê sibehê teqîneke dijwar rû da. Ji ber teqînê, kesekî bi navê Ahmet Yîgît (42) ê ji Hezexê yê di cihê bûyerê re derbas dibû, bi giranî birîndar bû. Ahmet bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û ji wir jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Tevî hemû hewldanan jî Ahmet nehat rizgarkirin. Piştî teqînê gelek maşînên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.
(rc)
