Li Colemêrgê polîsan mudexeleyî merasîma cenaze kirin
14:06
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê gel li hemberi hemu astengiyên polisan cenazeyê Naim Tekin (Mazlum Colemêrg) bi girseyi oxur kirin.
Li Wanê 12 ciwan ji aliyê polîsan ve hatibun qetil kirin. Di nav 12 kesan de şervanê HPG'ê Naim Tekin (Mazlum Colemêrg) ji hebû. Dema ku welatiyên Colemêrgê xwestin cenazê Naim bi girseyî oxur bike polisan raste rast girseya gel gulebaran kirin. Gel li hemberi hemu mudexeleyên polîsan jî heya goristana serê sola meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Kurdistan ji faşistan re dê bibe goristan" û "Şehid namirin" hatin berz kirin.
Pişti deqeyek rêzgirtinê Parlementerê HDP'ê Colemêrgê Nihat Akdogan axivî. Nihat diyar kir ku gelê Colemêrgê îro çavê hikumeta AKP'ê tirsand û wiha axivî; "Îro me xwest ku em cenazê xwe oxur bikin, lê êdî tehemula hikumeta AKP'ê ji bo cenazeyên me ji nema ye bi hovane li ser cenazeyên me êrişan dike. Ew bi van êrişan ve nikarin hêza gelê kurd têk bibin. Bila ew baweriyê bi guleyên xwe û ava şit nebin ji ber li hemberi wan vina gelê kurd heye."
Pişti axiftina Nihat Bavê Naim, Ramazan Tekin jî da zanin ku heya niha gerila koletiya tu kesan nekiriye û vi demi şunda ji nake bila hikumet hemu wiha bizanin serê tevahiya Kurdistanê sax be.
Pişti axiftinan girse ji bo ku biçin taziyê berê xwe da taxa Pîyoda yê. Her wiha li nava bazarê jî esnafan bi boneya bertek nîşanî êrîşan bidin derabeyên dikanên xwe girtin.
(zyd/zt)
