Li Qoserê 4 kes înfaz kirin

08:26

JINHA

MÊRDÎN - Hat zanîn ku di wesayîta ji aliyê tîmên tayîbet ve hatî gulebarankirin de 4 kes hatin înfaz kirin.

Hat zanîn ku di wesayîta li Taxa Turgut Ozal a navçeya Qosera Mêrdînê ji aliyê tîmên tayîbet ve hatî gulebarankirin de 4 kes hatin înfazkirin. Li gorî şahidên bûyerê ji aliyê wesayîtên zirxiyên tîmên tayîbet ve wesayîtek hatiye gulebarankirin û di wesayîtê de 4 kesên nasnama wan hîna nayê zanîn hatine înfazkirin. Li ser wesayîtê şona bi dehan guleyan dixwiyê. Hat zanîn ku di derbarê bûyerê de kesek jî girtine binçavan.

Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenazê her 4 kesan bi abolansê rakirin nexweşxanê. Yek ji wan jî birayê xwendekar Aydin Erdem ê li Amedê ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin rêveberê DBP'ê Cengiz Erdem e.

(zt)