Qêrîna Behrareş ya naqede: Karaseta Çernobîlê (4) - DOSYA

09:10
DOSYA" class="social-twitter">

Aysuna li dijî pençeşêrê têdikoşe: Wê Behrareş jî qezenc bike, ez jî

Evrim Kepenek/JINHA

NAVENDA NÛÇEYA- Aysun Paksoy ku li dijî pençeşêra memikan têdikoşe, di heman demê de parêzvana mafê jiyanê ye.Aysun di çalakiyên li dijî santrolên hîdroelektîrîk û santrala nukleerê de cih digire got: "Ez çawa bi nexweşiya xwe re têdikoşin bi heman awayî li dijî projeyên wêrankirina xwezaya Behrareş jî têdikoşim. Wê Behrareş jî qezenc bike ez jî."

Li bajarên Trabzon, Rîze, Artvîn û gelekên din yên Behrareş mirov biçin kîjan malê teqez nexweşek pençeşêrê heye. Piştî Çernobîlê nexweşiya pençeşêrê bû lê her çiqas rewş wisa be jî daxuyaniyek zanistî di vê mijarê de nehatiye dayîn. Têkildaarî mijarê her çiqas Komîsyona Lêkolînê ya TBBM'ê û rêxistinên saziya civakî rapor amade kiribin jî raporeke zanstî ya yekane di 2006'an de ji aliyê Yekitiya Tabîbên Tirk ve hat amade kirin. Di raporê de hatibû diyarkirin k udi sê salan de mirinên qewimîne ji sedî 47.9 ji ber pençeşêrê ye."

Her çiqas neyê zanîn li Tirkiyeyê çend nexweşên pençeşêrê hene? Çend heb ji ber Çernobîlê ne? jî herêm dibêje em wek bi şewbê bikevin, bi pençeşêrê dikevin.

Aysun çîroka pençeşêrê vedibêje

Aysun li Behrareş bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşe. Aysun ji Fakulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Teknîk a Behrareş mezune. Li Stenbolê di şîrketek taybet de xebitiye û 8 meh berê diçe Hopayê serdana malbata xwe û hîn dike ku pençeşêrê ketiye. Destpêkê bi nexweşiyê bawer nekir. Aysunê got: "Di bin pêsîra min ya çepê de kîst derket. Min keça xwe Arte dimijand. Min got belkî şîre. Min girîngî nedayê. Du hefte şûnde êşê dest pê kir. Ez çûm nexweşxaneya okolojiya Rizeyê. Min ji rûyê doktor fêm kir. Lê dîsa jî mirov bawer nakin. Min ji hemşîreyê re got her rewş xerab be ez ji bo dermankirinê ji Stenbolê têm Hopayê. Hemşîreyê jî got hun alavên xwe berhev bikin wê baş be. Êdî min beyî agahdarkirina doktor raporên xwe fêm kir. Dema doktor jî got min bawer nekir. Ez giriyam. Keça min ya salek û nîvê hat bîra min."

Pêvajoya kemoterapî di çapemeniya civakî de parve kir

Aysun piştî nexweşiyê diçe Hopayê cem malbatê. Pêsîrê wê jî ji bo dermankirinê hat girtin. Rewşa wê baş nabe û li ser vê dest bi kemoterapiyê dike. Aysunê seansên kemoterapiyê li ser çapemeniya civakî parve kir. Wêneyên xwe parve kir.

'Pirsgirêka herî mezin kêmasiya doktorane'

Aysun niha jî li Rizeyê li nexweşxaneya Onkolojiya Rizeyê radyoterapiyê dibîne. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên wê yên pençeşêrê çêbûne. Aysunê da zanîn ku bi taybet jinên nexweş bi hev re dikevin piştevaniyê û got li vê nexweşxaneyê carna tenê doktorek dixebite û got ev pirsgirêkek mezine.

Ji bo jinan peyam

Aysun di heman demê de parêzvana mafê jiyanê ye û li dijî santralên nukleerê û hîdroelektîrîkê yên li Behrareş tên çêkirin jî li Stenbolê di her çalakiyê de cih girtiye.Aysunê got wê hem li dijî nexweşiya û hemjî li dijî van santralan têbikoşe û wiha bang li jinan kir: "Çawa we di bedena xwe de tiştekî cuda dît biçin doktor. Zû teşîs bikin. gelek girînge."

QEDYA

(sy\hu)