Li Giyare 60 birên petrolê yên DAIŞ’ê agir pêxstine hina dişewitin

17:15

JINHA

MEXMÛR – Li bajaroka Giyare ya Mexmûrê çeteyên DAIŞ’ê agir berdane birên petrolê, duxana ji wan bîran radibe tenduristiya welatiyan bandor dike. Di derbarê bandora duxanê ser tenduristiya welatiyan de bijîşka Nexweşxana Mexmûrê Kewzer Tunç nirxandin kir û got: “Bêhna wê duxanê gelek girane, çav û qirikê dişewitîne. Di nava rojê de piraniya nexweşên tên ber destê me ji ber duxanê bandor bûne.”

Li bajaroka Giyare a navçeya Mexmûra Hewlêrê çeteyên DAIŞ’ê ji bo xwe ji balefirên şer veşêrin agir berdane 60 birên petrolê yên li herêmê. Ev mehek zêdetire li gel hemû hewildanan şewata birên petrolê berdewam dike. Duxana reş a ku ji biran derdikeve li ser gelê herêmê bandorek pir mezin dike. Taybetî jî nexweş ji rewşê bandor dibin. Di derbarê bandora wê duxanê ser nexweşan de bijîşka li Nexweşxana Mexmûrê dixebite Kewzer Tunç nirxandin kir.

Kewzer da zanîn ku duxana ev demdirêje li herêmê heyî hem bandorê li xwexayê hem jî li mirovan dike û wiha domand: “Duxan weke ewran ser herêmê tari dike, bêhina kimyasalê jê tê, çavan dişewitîne, nefesê teng dike. Her kes direve hindirê mala xwe. Zarok, pîr û kal gelek bandor dibin, ji xwe nexweş nikarin ji malên xwe derkevin. Ev rewş bandorek mezin hem li welatiyên navçeyê hem jî li xwezayê dike. Li gorî tê dîtin derfetên heyî têra vemirandinê nake û hîna dê ev rewş berdewambe.”

Kewzer bilêv kir ku her roj nîvê nexweşên tên ber destê wan ji ber bandora duxanêye û wiha domand: “Taybetî nexweşên astimê, bêhintengî û cigerê gelek bandor dibin. Nikarin nefesê bigirin ji ber duxana heyî her roj li nexweşxanê ne. Em hêvîdarin êdî çareyek ji vê rewşê re bê dîtin û dawî li vê duxanê bê.”

(zt)